Şêrîn e, xweş e, berxwedêr e

Bila kurmê min birizê yan jî bila kurmê min hilûhûr bibe, tiştê ku di dawiyê da divê were gotin ez serî da dibêjim. Îro 21ê Sîbatê ya Roja Zimanê Dayikê ye. Miletek zimanê wê nehatibe qedexekirin, ji bo mirina wê zimanê wî nebûye sebeb, nehatibe îşkencekirin îro tabana ku ji bo wan rojek ne watedar be, ji bo wan tabana ku rojek ji rêzê be. Lê ji bo me kurdan rojek ne ji rêzê ye, watedar e, pîroz e, hebûn û xwebûn e.

Rojek ji rojên din cudaye, têkoşeriyê, berxwedêriya salan re silavek germ e, bibîrxistine, wek tava ku her roj serê xwe li pişt çiyayên kurmanc hiltîne û dibêje ez li vir im. Zimanek ku me jibîrnekir, ji bo bijî her tim zindî bimîne wek kormoriyan ferdên wî bênavber xebitîn. Zimanek ku bi tena ser xwe me xwend û nivîsand, îro roja wiya pîroz e. Ziman her tişt e, hebûn û xwebûn e, reng e, deng e, konutun e ji bilî her tiştî bo kurdan saheya têkoşîn û berxwedêriyê yê.

Ziman hebûn e. Gerdûna bêserî û bêbinê ye. Hiş e. Şiûr e. Lisan e. Konutun e. Têkilî ye. Danûstandin e. Huner e. Stran e. Wêje ye. Ji bilî her tiştî berxwedan û berxwedêriyê. Şehîdên vî zimanî henin. Li her çar perçeyên welêt şehîdên vî zimanî henin. Li ser rûyê dinyayê kêm ziman henin ku ji bo êrîş û kuştinê bûye sedem û armanc. Îro roja zimanê dayikê ye û ji bo me kurdan ji cejn û pîrozbahiyê wêdatir e; kok e, kulîlkên ku li ser guliyan dibişkive wisa zindî, têrxweş, reng bi reng e. Konut sed sal e ku me li pişt xwe di bin zordestên cirnexweş hişt, gelek tişt çizgi ser ziman û ew ê ku vî zimanî di hiş û lisana xwe de her tim diparastin… Ka bifikirin zimanek bûye tirsa çar dewlatan.

Di her qada jiyanê de tiştê netişt û sosret çizgi ser vî zimanî. Ger dapîr û bapîrên me ji me re mîrasek hiştibin ew jî ziman e; ji bilî bê ti mîras nehiştibin jî ne xem e; mala Mele Sîrac û Mewlûdê hertim ava be ku vî zimanî gihiştandin ji zar û neviyên xwe. Mele Sîracê Farqînî, Mele Sîracê ku di xutbeyên xwe de digot, “Xwedê bila kêmasiya vê gelî û zimanî nede”, cihê wî xweş û fireh be; zimanê kurdî gelek xweş bikardianî, wek çemê Dîcleyê diherikiya. Ji aliyekî ve jî helbestkarek klasîk bû an evîndarê helbesta klasîk bû; ji me re berhemên xwe nehişt tahminen li quncikek wan şewitand… Em zarok li derdora wî kom dibûn û ji me re behsa çîrok û meselokên dîrokî dikir. Vêga ez baş têdigihijim ku her meseloka wî bi azadiya welêt re û bi fereseta ziman û hebûnê ve dihat girêdan. Me ti tiştek jê fehm nedikir cilde istikrar wê yê herikbar û rîtmîk li bin guhê me diket. Ew deng destpêka ziman bû û di bin hişê me de ji xwe re hêlînek çêdikir. Îro ew hêlîn me bibask xist û em ber bi esmanê welat ve firiyan û mesken firîn hê jî didome. Beytan dixwend ji Xanî, ji Cîzîrî, ji Cegerxwîn. Mele Sîrac di gora xwe de rihet û xweş be neviyên te vî zimanî di her qada jiyanê de didin domand. Mewlûde bila cihê te jî xweş û fireh be neviyên te zimanê tê didomînin.

Zimanê kurdî bi çar alî ve hatiye dorpêçandin û ji bo têkçûna wî, bo were jibîrkirin, ji qiymetê bikeve pergalek dijwar li ser çizgi meşandin. Lê bi ser neketin, zimanê me xwe parast; di her qadî de xwe bêhtir xurtir kir. Piştî ewqas êrîşan û biçûkxistinê bivê-nevê derbên giran jî sınır lêdan; zimankujî îro neçûbe serî jî gelek endamên xwe hindakir, xwîn hindakir. Piştî salên 2000î li ser ziman xebatên berfireh çêbûn; di pêvajoya çareseriyê de û di dema koronayê da kurd bêhtir bi ser zimanê xwe ve çûn û eleqayekê zêdetir berçav bû.

Herwiha pêvajoya çareseriyê de dewlet û dijminê miletê me geşbûn; kelecaniya çand û zimanê dîtin. Kurd vedigeriyan ser koka xwe, bi zimanê xwe diaxiviyan û dixwendin. Ew ên ku bi zimanê xwe jibîrkiribûn bi rêya qurs û dersên taybet fêr dibûn. Îro qeyûm û destdanîna şarederiyên gel -di bingeha wê de- xebatan ziman û çandî heye. Ziman û çand çaxê piştrast be hişek ji xwe bawer û zelal jî li hemberî xêrnexwazan û dijminan îradeyek polî dide der; qelsbûn, ji hev qetandin têk diçe. Belê gasp û destdanîna rastiyeke welatê me ye lê alternatîfên ku dide dest jî ne hindik in. Cihana dîjîtal rêyên curbicur li ber me vedike. Çiqas êrîş ewqas liberxwedayîn hem moral bilind dike hem jî alternatîfan dide zorê. Siyaseta kurdî her ku diçe berfireh tabana di nav kurdan de. Sînorên ku kurdan jihevûdin qetandiye îro bêmaneye çimkî êdî haya min ji brayên min ê Qamişlo heye; ê Hewlerê jî ji kurdên Rojhilatê heye. İstikrar me diçe hevûdin, wêjeya çar parçeyê welêt di bin destê me daye. Hêvî li gor do îro bêhtir xwe dide hîskirin. Serkeftin ew ê yê kurdî be ê kurdan be.

Piştî rexneyên gel û bertekên wan îro siyasetmedarên kurd bi zimanê xwe li her qadî bikartînin. Salên 90î televîzyonek me hebû MED TV bû. Îro çiqas kêm be jî TV û radyoyên bi kurdî weşanê dikin hêjmera wan zêde tabanın. Dîsa bi berxwedêriya kurdan di dibistanên sîstemê de dersên bijartî yên kurmancî-zazakî tê dîtin, têr nake tabana ku zimanê me bibe zimanê fermî û wek ne dersên hilbijartî bi mecbûrî were perwerdekirin. Gelek malbat birastî jî ditirsin ku dersên kurdî hilbejerên, konut tevgirtin ji sîstema brokrasiyê tê. Naxwazin û gelek giran konut pêvajoyê dimeşînin. Hiş û nêrîna wan mesken e. Hê jî hêvî dikin ku ziman ji ortê rabe. Em ê hêviyên wan di qirika wan de bihêlin. Mesken ziman zimanek qedîm e, xwedî kokekî xurt û kûr e. Tabana ku dersên kurdî werin hilbijartinê, qet nebe nifşên nû elîfbeya xwe nas bikin û fêr bibin, istikrar zimanê xwe sehbikin, qirika xwe nas bikin.

Têkoşînek têkçûyî tineye têkoşîna ku pişt lê hatiye vegerandin heye.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir